Budayên Bamiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Budayên Bamiyan
  • Lost sculpture
  • destroyed artwork
  • şûnwarê arkeolojîk
  • daibutsu
  • Q6505852 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
34°49′55″Bk 67°49′36″Rh / 34.832°Bk 67.8268°Rh / 34.832; 67.8268
DewletEfxanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Bamyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Budayên Bamiyan du peykerên bîrdarî yên sedsala 6an[1] bûn ku li zinarekî li geliyê Bamiyan a herêma Hazarajat li navenda Efxanistanê hatibûn kolandin. Peyker 130 kîlometre li bakur rojavayê Kabûlê, li bilindahiyek 2,500 metre hatibûn xêzkirin. Dîroka karbonê ya pêkhateyên avahîsaziya Budayan destnîşan kir ku "Bûdaya Rojhilat" ya piçûktir a 38 metreyî li dora sala 570an, û ya mezintir a 55 metreyî "Bûdaya rojavayî" li dora sala 618an hatiye çêkirin. Ev tê vê watê ku her du jî ji dema ku Heftaliyan li herêmê desthilatdar bûn hatine avakirin.[2][3] Li ser fermana damezrînerê Talîbanê Mela Omer ku bi îzna Xwedê niha di dojehê de dişewite, peyker di adara 2001an de hatin rûxandin[4] piştî ku şarlatanên Talîbanê ragihand ku ew pût in.[5] Raya navneteweyî û herêmî bi tundî rûxandina Budayan şermezar kir.

Peyker beşek ji şêwaza klasîk a hunera kevnar a Exfanistanê temsîl dikin. Niştecihên herêmê yên îroyîn, yên ku îslamê dişopînin û bi zaravayê hazaragî ya zimanê darî diaxivin, ji peykerê mezintir re dibêjin Salsal ("ronahî di gerdûnê de dibiriqe") û wî wekî nêr didin nasîn. Peykerê kurttir bi navê Shamama ("Dayika Qralîçe") ew wekî fîgurek jin tê nasîn. Ji hêla teknîkî ve her du jî rolyef bûn, ji ber ku li pişta wan ew di nav dîwarê zinar de li hev ketin. Laşên sereke rasterast ji zinarên kevirên qûmê hatine kişandin, lê hûrgulî bi rêya heriyê ku bi kahînê hatî pêçandî, model bûne. Peyker hatibûn boyaxkirin da ku bilêvkirina , dest û qatên kincan zêde bikin; ya mezin bi sorê kermî hatibû boyaxkirin, ya biçûk jî bi çend rengan.[6] Tê bawer kirin ku beşên jor ên rûyê peykeran ji maskeyên dar ên mezin hatibûn çêkirin. Rêzên qulikên ku di wêneyan de têne dîtin, pêlên darîn ên ku stûyê derve stabîl dikin, digirin.

Li dora her du Budayan gelek şikeft û rûberên ku bi tabloyan hatibûn xemilandin hebûn. Tê fikirîn ku ev bi piranî ji sedsala 6an heta 8an tên, berî ku misilman Efxanistanê feth kirin. Berhemên piçûktir ên hunerî wekî sentezeke hunera budîst û hunera Gupta ji Hindistanê têne hesibandin, bi bandorên Împaratoriya Sasanî û Împaratoriya Bîzansê û herwiha welatê Toxaristanê.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gall, Carlotta (5 çiriya paşîn 2006). "Afghans consider rebuilding Bamiyan Buddhas - Asia - Pacific - International Herald Tribune". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 sibat 2023.
  2. ^ Petzet, Michael (2009). "The giant Buddhas of Bamiyan: Safeguarding the remains" (PDF). International council on monumental sites (bi îngilîzî). Ji orîjînalê (PDF) di 4 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 sibat 2023.
  3. ^ In Blänsdorf, Catharina (2015). ""Dating of the Buddha Statues – AMS 14C Dating of Organic Materials"". www.uni-heidelberg.de (bi îngilîzî).
  4. ^ "Bamiyan Valley – Afghanistan". Sacred Land (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 sibat 2023.
  5. ^ "USATODAY.com - Why the Taliban are destroying Buddhas". usatoday30.usatoday.com. Roja gihiştinê 4 sibat 2023.
  6. ^ Gall, Carlotta (6 kanûna pêşîn 2006). "From Ruins of Afghan Buddhas, a History Grows". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 sibat 2023.
  7. ^ Higuchi, Takayasu; Barnes, Gina (1995). "Bamiyan: Buddhist Cave Temples in Afghanistan". World Archaeology. 27 (2): 282–302. ISSN 0043-8243.